Îsal cara pêşîn li cem Zanîngeha Rojava ji Enstituya Zanistên Civakî û Mirovî çendîn kesan dereceya masterê wergirtin, ku di nav wan de jin jî hene. Em jî pêşî ji hevserokê vê enstituyê ji Dr. Sarda Saadî hin agahiyan distînin û paşê digel Sorgul Ebdilselam û Xelîl Husên him li ser xwendina wan him jî li ser tezên wan ên masterê dipeyivin.
Von Celil Kaya.
Serokkomarê Îran'ê Reîsî û şandeya pê re di encama qezaya helîkopterê de mirin. Ji Rêxistina Hengaw Shler Bapiri karvedanên wê yên ser Îran, Rojhilat û herêmê şîrove dike. Von Kamil Basergan.
Ji 29’ê Gulanê heta 2’ê Hezîranê li Literaturhaus Berlin'ê Festîvala Edebiyata Kurdî ya Sirgûnê "Dengê min tê te?" tê li dar xistin.Em jî yek ji amadekarên vê festîvalê bi Dr. Dawit Yeşîlmen re him li ser bernameya festîvalê him jî li ser edebiyata Kurdî ya sirgûnê dipeyivin.
Von Celil Kaya.
Di çarçoveya projeya Şahmaran de çanda kevnar a Kurdî ya çîrokbêjî û dengbêjî bi muzîka elektronîk ji nû ve tê şîrove kirin. Em jî bi muzîkjen Mustafa Demîr re li ser muzîka elektronîk a Kurdî û li ser projeya wan a bi navê Şahmaran dipeyivin. Von Celil Kaya.
Di navbera 25 û 27’ê Nîsanê de yekemîn festîvala fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê bi rê ve diçe û fokusa îsal jî Êzîdî ne. Em jî bi yek ji amadekarên vê festîvalê bi Talat Ekinci re dipeyivin
Von Celil Kaya.
Di 24’ê Adarê li Belçîka’yê bi dehan nijadperestên Tirk, ku di li pêşiya maleke Kurd kombûbûn û hewl didan tevî kesên li hundir agir bi malê xin. Hevdem vê dawiyê dadgeha bilind a Belçîkî cezayê du sîxurên îstîxbarata Tirk MIT’ê, ku ji ber plansaziya suîqasta hin siyasetmedarên Kurdan kiribûn, pesend kir. Von Celil Kaya.